Fewaz Ebdê
Ket
Ket
Ewê digot ez nakevim ket
Ewê digot zemîn bi destê min e
ket
Ket
Ewê digot rok ji çavê min hiltê
Ewê digot serdem ji min dest pê dike û li min vedigere
Ket…
Digot lê dengê zemînê nedibihîst çaxê jê re digot
Tu tozî! Bayê tu anî, wê te bibe
Ket, ket
Ewê 54 salan nav winda dikirin
Pencere digirtin
Neynik dişikandin
Her sibeh serê xwe di rojneman de ji me re derdixist
Û jibîr kir ku ti neynik nikare kirêtya wî heta hetayê hilgire
Ket
Ewê 54 salan ji tirsê pêve tiştek neçand
Pêncî û çar sal û em bêdeng diman
Ew ne tirs bû lê ji ber ku bêdengî bi xwe şoreş e
Û roj bi roj
Di dilê me de
Kevir bi kevir xezeba azadiyê ava dikir
Ket
Ket
Ewê digot ez çiya me ket
Lê nizanîbû ku çiya dan e
Nizanîbû çiya pêdariye, çiya evîn e
Ne çamûr e, ne pirrik e
Ket
Ket ewê digot ez nakevim… ket
Ket û vaye îro
Li kavilên sindirûka wî
Gul şîn dibin
Bexçe û gulistan diçirisînin
Û ne bi navê wî tên naskirin
Lê bi navê kesên ku birçîbûna wî ew xwarin
Kesên ku xwîna wan bi quretî vedixwar
Bi navê wan gulistanên me tên naskirin ne bi navê wî
Ket
Ewê digot ez nakevim ket
Ket û bila biqeşite
Vaye li aso
Ji bin xweliya wêrankirina wî
Welatekî nû diyar dibe
Vaye milet helbesta xwe ya dawî bi nebûna wî dinivîse
Em berî te li vir bûn, tu çû û emê bimînin
