!!.. Li ser qeraxa agir
-3-

Şerîf Ferman

Tirsa mezin ewe ku Turkiya çeper û kepez û şikeftên çiyayên herêma kurdistanêwek Rojava bike penageh ji çekdarên oliyên tund rew û çeteyên opozisyona Sûrya re, ji xwe nayê veşartin ev çend sale Turkiya û hin welatên Erebî piştgîriya tevgerên oliyên,, selefî û cîhadî ,,dikin bi budceyeke mezin, loma ramanên dij-neteweyî û jiyana hevpar daxuşane mizgeft û dibistan û kolanan li seranserî herêma Kurdistanê ta asta şêwandina bihayên neteweyî pîroz û têkşikandina goristanan
Ji aliyekî din ve,dezgehên sîxurî Turkî li gund û bajar û bajarokan belav bûne di bin siha navendên geşt û kar û bazirganiyê de û roleke xirab di leyizin,ne tenê di guhestina zanyarî,dizîna dar û ber û kevnariyên dîrokî û revandin û azardan û kuştina xortan,belê destêwerdaneke bêrû jî dikin di movikên jiyana siyasî de,bi armanca kûrkirina derz û nakokiyan di navbera hêzên kurdî de
Loma,tirs ne tenê li ser bajarekî,navçeyekê yan partiyekê ye,bê guman metirsî li ser hebûna gelê kurd û destkeftên wiyên dîrokî ye,ev destkeftên ku bi golên xwînê û gorên komel hatine damezrandin û bi alîkariya hevpeymana navdewletî hatine parastin û ji bo rûbirûbûna van êrîş û metirsiyan pêwistiya herêma Kurdistanê li Başûr û Rojava bi hestaneke neteweyî û lêvegereke siyasî biwêr heye

Di çarçoveya vê lêvegerê de,berî hertiştî

divê em bizanibin ku

Yekem : partî,tevger û rêxistinên heyî di warê siyasî û civakî de destekên kar û xebatê ne. Nav,qebare û karîgeriya wan bi demê re têne guhertin,tenê gel û niştiman û vîna azad weke çiyayên Kurdistanê divê bilind bimênin û bêne parastin û pêşxistin
Duyem : Hêzek bi tena xwe nikare hejmûna xwe li ser milet bi sepêne û çarenûsa wî qorix bike,çimkî cîhan û serdem hatiye guhertin û binemayên demokrasiyê,azadiya nerîn û derbirînê û mafên mirov bûne gerentiya serkeftin, pêşketin û dahênanê,û berevajî wan,sitemkarî,serkutkirin û gendelî nîşanên têkçûn,şikestin û felaketê ne
Sêyem : Cudahiyên raman,helwêst û pêrabûnê mafekî rewaye û handere ji bo dîtina rast û karê serkeftî,lê şerûdî,buxtan û dijayetî rêreweke tal û tirsnake ber bi şerê navxweyîve,şerê hevkuştin û xwekuştinê,loma kodengiyeke niştimanî pêwiste ji bo tawanbarkirina şerê birakujiyê û bikaranîna zimanê aştiyê ji bo çareserkirina nakokiyan di riya hevdîtin û axaftinên hêmin û watedar re
Çarem : Her hêzek di parçeyê xwe yê Kurdistanê de bi xebite,bi miletê xwe re haşt bibe,li gor rewş û taybetmendiya kesayetiya xwe ya civakî, sîyasî û kultûra xwe ya çandeyî û rizgarî têkoşîna xwe berdewam bike ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê me yê kurd û peydakirina jiyaneke azad,aram û bi rûmet,dûr ji destêwerdanê di rewşa parçeyên din yên Kurdîstanê de, li gel avakirina toreke têkiliyên biratî hêmin û bikêr li ser bingeha rêzgirtin û berçav girtina berjewendiyên bilind yên Kurdîstanê bi hemî parçeyên xwe ve

: Ferhenga gotarê
Cendek : جثة
Nerît : عادة
Namo : غريب
Çemandin : خضوع
Tesk : ضيق
Tewş : عبث
Hejmûn : هيمنة
Tolegirtin : ثأر
Civangeh : مجمع ، محفل
Şêwandin : تشويه
Veguherîn : تحولات
Gelemşe : فوضى
Sawdar : مخيف ، مرعب
Qebare : حجم
Hemecor : متنوع
Vegirtin : إستيلاء
Tepeser : مقموع
Pêraxistin : تمهيد
Sepandin : تثبيت
Cihêkar : عازل
Çeper : خندق
Kepez : هضاب ، تلال
Penageh : ملجئ
Daxuşan : تسلل
Bêrû : وقح
Biwêr : جرىء
Qorix kirin : إحتكار
Gerentî : ضمان
Dahênan : إبداع
Felaket : كارثة
Hander : حافز ، دافع ، مشجع
Şerûdî : مغامر
Buxtan : قذف ، تشهير
Rêrew : ممر
Watedar : ذات معنى . قيّم