Miletê kurd her sal di 15 gulanê de, bi taybetî dezgeh û saziyên girêdayî zimanê kurdî çalakî , aheng û simînaran li dar dixin, û vê rojê wek Roja zimanê kurdî vejîn dikin

Ev roj ji alî Kongreya Niştimanî Kurdistanî ve,di sala 2006an ve, hatiye pesend kirin
Ji ber ku di zimanê Kurdî de weşana yekemîn ya kovara Hawarê ku di sala 1932’yan de, ji alîyê mîr Celadet Alî Bedirxan ve bi tîpên latînî li bajarê şamê hatibû derxistin, û bûye despêka bikaranîna tîpên Latînî

Celadet Bedirxan û Roger Lescot, di zemanekî bê alav û derfetên nivîsa Kurdî, di nava zor û zehmetîyan de û di qedexekirin û asîmîlasyona zimanê me de alfabeyek nûjen û hemdem pêşkêşê me kirine

Hêjaye gotinê jî, ku berîya vê dîrokê tu nivîs, weşan û pirtûkên Kurdî bi tîpên Latînî ne hatine weşandin û çapkirin

Di bîranîna Roja Zimanê Kurdî de, hêjaye gotina xebatkar, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Nûredîn Zaza li bîra xwe bînin

Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin,
Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin