Careke din dagîrkeran êrîşî herêma kurdistanê kirin û firokexaneya çandiniyê li Erbet nêzîkî bajarê Silêmaniyê bombebaran kirin û di encama vî karê teroristî de 6 pêşmerge ji hêza dije terora kurdistanê şehîd û birîndar ketin.Helbet ev ne cara yekemîne ku supayê Turkya sînorê herêm û serweriya Îraqê dibezêne û kiryarên kuştinê encam dide bi armanca têkdana aramî û aştiya başûrî kurdistanê nemaze li parêzgeha Silêmaniyê
Em wek Tevgera XWEBÛN li Kurdistana Rojava vî karê teroristî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêvîdarin tenduristiya birîndaran zû baş bibe,herwa tekez dikin ku baştirîn bersiv ji dijmin û destekên wî re yekrêzî û yekhelwêstiya mala kurdiye
Desteya bilind
Tevgera XWEBÛN
Qamişlo
19/9/2023