Efrîn ji Lozanê nêzîktire

Şerîf Ferman

Di sed salîya peymana Lozanê de, pêşbirkîya gotar û wêneyan germ û gur bûye ,nemaze di nav siyasetmedar û… partîzanan de

,weke ku bêjin em hîn hene,yan em jî

!!.. hene
Raste di dema xwede,peymana Lozanê agir berda hêvîya kurdan di serxwebûnê de û dewletên dagîrker êrîşên kuştin,talan û şewitandinê bi kîn û hovîtî encam dan,helbet bi piştgîrîya dewletên zilhêz sedema guhertina berjewendîyên wan,lê ne peymana Lozanê,ne jî cengên xwînawî nikarîbûn miletê kurd qir bikin yan jî doza wî ya netewî di nav şikeftên dîrokê de winda bikin
Zû ne dereng ,li seranserî kurdistanê agirê şoriş û serhildanan pêket û hêvîya rizgarîyê, sal bi sal geştir dibû
Piştî wan hemû zevîyên kuştinê û gorên bi komel,miletê kurd karîbû bejna xwe ya bilind hilgire û bi parêze ta wê dema ku kotayî bi cenga cîhanîya sar hat û îro doza kurdî, raste çareserîya wê dereng ketiye lê germ û gur û geşe,ragirên wê yên civakî bi hêz in û dost û piştîvanên wê,ne tenê çiyayên bilindin,belê li ser asta navdewletî jî pir bûne
Lê,divê em vê yekê ji bîr nekin ku gelek caran kurdan bi xwe rê ji pîlanên dijmin re xweşkirine
Gelek caran kurd bi xwe xwexwer

!!!… bûne
Loma sûdwergirtin ji dîrokê bi tep û siloganan nabe, û pêşketin û serkeftin jî bi devavêtin,pîskirin û xinizkirina bîr û hêzên ciyawaz naçe serî
Pêwistîya me bi dîtin û xwendineke hûrbîn heye ji bo naskirin û têgihiştina hêzên karîger û berjewendîyên taybet nemaze yên peywest û girêdayî bi cugrafîya siyasîya kurdistanê ve
Pêwistîya me bi lêvegereke rexneyî,biwêr û bê sinûr heye bi hişekî netewî saxlem û emrazên serdemyane, dûr ji nakokîyen xwecihî yên êl ,ol , navçe û rêxistinî
Helbet , ji bo ko lêvegera em dixwazin karîger û serkeftî be divê çend xal û

:binemayek li ber çavan werin girtin

1#kes , bûyer yan jî raman divê di çarçoveya xwe ya dîrokî de bête xwendin û şirovekirin
2#sedema kirîza tevgera kurd û lawaziya derbirînên wê yên siyasî û rêxistinî, rola mezinî lêzan,pispor û rewşenbîran dête pêş ,di riya afirandin û pêşkêşkirina lêkolîn û pirtûkan de,dûr ji ezayetiya partîzanî û nexweşîyên wê yên civakî û derûnî
3#xwendin û naskirina dîrokê giringe , lê têgihiştina rewş û jiyana niha ya ku gelê me têre derbas dibe giring tire, çimkî metirsiyên hebûnî beloq û darîçav bûne li seranserî kurdistana rojava mîna jihevxistin û dagîrkirina Efrîn,Serê kaniyê û Girê sipî digel êrîşên berdewam , çi ji bo kuştinê û çi ji bo valekirina herêma kurdistana rojava ji gelê kurd û guhertina dîmografî
Ev rewşa awarte û metirsîdar, pêre talan û birçîkirin û destdirêjîyên hovane li ser xak û civata kurdistanê hişyarîyê dide me ku em zû li çareserîyeke bingehî bigerin ji bo rawestandina lehîya xwînberîyê

ji ber vê yekê Efrîn ji Lozanê nêzîktire

her weha koban û Qamişlo

:Têbînî

Ev goşe bi zimanê kurdî berdewam dibe
xeleka 1

Deriyê nivîsandinê ji herkesî re vekiriye