Keştiyên şer û peravên germ

Şerîf Ferman

Deverên germ,deverên şer û nakokiyan li cîhanê fereh dibin,helbet bi nakokiyên serbazî re,ne aramî dimêne, nejî aştiya komelayetî,tenê bazara kirîn û firoştina çek û mirovan geş dibe,pêre jî hejarî,nezanî,herifandina abûrî û tundûtûjî kûr û dijwar dibe,her welat û navçeyek li gor pêkhateyên xwe yên ciyawaz,nemaze li devereke weke Rojavayî Efrika ya ku bi dehên salan berî niha di bin nîrê tîbûn,birçîbûn,nexweşî û cengên navxweyî de jiyana xwe didomand
Teqîna rewşa Rojavayî Efrîka yê piştî çend kodetayên serbazî,li pey hev,di dema derbasbûyî de,sirinc rakêşe û pêwistî bi zelalkirina çend xalekê heye,da ku em bizanibin ev rewşa nû ya ji nişkave çirihayî peywendî yan karîgeriya wê li ser navçeya Rojhelata Navîn heye
Di destpêkê de,em dizanin ku dewleta Ferensa hebûn û karîgeriya wê kevin û mezine weke mîratgireke serdema kolonyalîzmê,lê herwe terazûya peywendiyên bazirganî û çalakiyên siyasî li gor berjewendî û arezûya Ferensa bûye û peydakirin û damezrandina deselateke alîgir û milkêç li pêşiya hemû egeran bûye,bê guhdan bi pêşketin,dadwerî,mafên mirov û dabeşkirina samanan
Berdewamiya deselatên diktatoriyên xwînmij û nakokiyên teqîner,di gel kirîz, vayrûsên kujer û samanên giran biha yên talankirî bûye sedema ferehbûna kîn û giyanê dijayetiyê li cem gelek nifşên nûhatî beramber rojava bi giştî û Ferensa bi taybetî
Ji aliyekî din ve,mijûlbûna hevpeymana navdewletî,bi serokatiya Emrîka li Îraq û Sûrya,di gel babeta Êran û çalakî û destêwerdana wê di dewletên herêmê de ,rêda welatê Çînê ku hêdî hêdî cihê lingên xwe tund û fereh bike û Rojhelat û Efrîka di nav berhemên xweyên hemereng û arzan de nuqum bike, di rêya teknolojiya pêşketî de, yan jî rakêşana rêya hevrîşimî û terxankirina budceyeke mezinî tirsnak ji bo ferehkirina tora dost û hogiran
Bê guman Rûsya jî ne dûre ji Efrîka,bi taybet piştî cenga wê bi Okrayîna re û weke tê gotin eve nêzîkî sê salaye Rûsya di riya teknolojiya pêşketî re, dest daniye ser pêgehên danûstandina civakî û wan bikartîne ji bo bihêz kirin û arastekirina tora kîn û dijayetiyê dijî Ferensa û hevpeymanên wê yên xwecihî û navdewletî
Helbet, piştgîriya Rûsya ji deselatên nû re nayê veşartin û ewan bi xwe jî,piştî xwesteka derketina serbazên Ferensa ji welatên xwe,doza alîkariya hêza Vagner dikin beramber helwêst û gefên Ferensa û rêxistina ÊKWAS ya taybet bi yekîtiya diravî û abûriya Rojavayî Efrîka yê
Hêza Vagner ya ku ji Okrayîna vekişa, piştî şikestineke mezin û jidestdana hezaran serbazên kirêgirtî, bi toreyî berê xwe da Mosko yê tevî gelek guman û pirsyaran, îro, li Rûsya spî,li ser sinûrê Bolonya xwe kom kiriye weke gefekê ji dewletên NATO re ,dêmek gelek pilan û girêkên nihênî di nav qeşa ya Krêmlin de hene,loma emê bipirsin: bi dîtin û bihîstina van serhat û pêşhatên lezgîn û aloz çi çê dibe
Raste Rûsya hewl dide rola xwe ya ji destdayî,di dema yekîtiya sovyêt de,vegerîne û li ser pê bi weste beramber Emrîka ya ku îro li heştê welatî,li seranserî cîhanê,nêzîkî heşt sed bingehên serbazî hene,û Rûsya ne tenê êrîş bire ser Okrayîna û beşek ji xaka wê dagîr kir,belê gefên tund jî arasteya welatên yekîtiya Ewrupa kirin ta asta egera bi karanîna çekê etomî û wêrankirin û ji nav birina çend welatekî ku bi niyaz bûn tevlî NATO bibin,her weha li ser asta siyasî jî hevpeymaniya xwe bi Çîn û Êranê re çalaktir kir,lê pilana rûxandina rêjîma Okrayîna,di demeke nêzîk û kitûbir de,neçû serî û roj bi roj ziyanên serbazî,mirovî û abûrî mezin tir dibin û baca çareseriya siyasî giran tir dibe,çimkî metirsî êdî berûpêç berê xwe didine Rûsya ya ku dixwaze,çi li Sûrya û çi li Efrîka,kaxezên xwe bi karbîne, ji bo sivik kirina fişarên dijwar li dewrûberî sinûrên xwe
Di beramber niyaz û kirdarên Rûsya û dostên wê de,nemaze li Sûrya û raspartina Êranê,di riya destekên wê re bi çêkirina asteng û serêşiyan ji Emrîka û dostên wê re
Emrîka xwediya hêz û abûriya zebelah û leyîstikvana serekî di cîhanê de,dest bi cêbicêkirina komek pilan,bi hev re,kiriye
Ji aliyekî ve gotûbêjên taybet bi doseya çekê etomiyê Êranê berdewamin,herweha civatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji cenga Rûsya – Okrayîna re himbiz tir bûne û ji aliyekî din ve, çekên giran û hêzên taybet bi cengê ve livandine berû rojhelatî derya sipî û derbenda Hurmiz nêzîkî sinûrê Êranê,herweha li Rojhelatî Feratê,li hemû bingehên serbazî tepûtoz bilind bûye encama çûn û hatina çek û serbazan,weke amedekariyekê ji şerekî giran re,bi taybetî li sêgoşeya sinûrî ya Sûrya – Îraq û Urdinê
Evê cimûcolê tirseke mezin li cem gelek hêz û rêjîmên peywendîdar çêkiriye,ji Êranê ta Lubnanê, û li cem xelkê jî dilrawkî û ne zelaliyê cihê xwe girtiye
Pirsyarên mezin têne kirin : Gelo komkirina hêz û serbazan fişareke li ser Êranê,da ku milkêçiyê bike derbarê doseya etomî û destêwerdana wê di Sûrya û herêmê de
Yan jî biryar hatiye standin ku berî helbijartinên serokatiya Emrîka çareseriya serbazî bineretî bête kirin,bi lêdan û jinav birina milîsên ser bi Êranê ve û lawazkirin û dorpêçkirina rêjîma Esed bi rengekî ku neçar bibe ji çareseriya siyasî re, li gor merc û biryarên civata asayişa navdewletî û bê goman evê tepeke mezin be ji Rûsya re ku ji xewnên xwe paşkeş bibe
Di nav vê tepûtozê de,di nav vê germ û şewata tebaxê de,em kurdên ku ji giranî,hejarî û reşbîniyê di nalênin,çawa seyrî rewş û pêşhat û guhertinan dikin,nemaze komkirina leşkeran û egera dagîrsandina şer li ser xaka meye, li kurdistana Rojava


Pêşî,berî bersivdanê,hêjaye em bêjin ku di serpêhatiyên dîrokê de,tirsa kurdan heye ji têgihiştinên veşartî di navbera dewletên dagîrker û hêzên cîhanîyên mezin û serdest de û nimûne di vî warî de nayên hejmartin
Raste îro roj rola kurdan mezin û karîgere di şerê dijî terorê de û bi dehê hezaran qurbanî pêşkêş kirine,lê weke tê xuyakirin,di dema dawî ya nêzîk de,di gotûbêjên taybet bi tevlîbûna Swêdê di nav hevpeymana NATO de,soz û nermî ji Turkiya re hatine pêşkêşkirin، çimkî di siyasetê de berjewendiyê hêzên mezinî cîhanî li pêş hemû binema û dabûnerîta ye,û ji Emrîka û Ewrupa re babeta cenga Rûsya _Okrayîna û encamên wê giring tire,loma piştî civînên ferehkirina NATO û razîbûna Turkya ji bo endametiya Swêd û Finlenda,yekser berpirsekî Emrîka ragihand:Em bawer nakin ku li Efrînê guhertina dîmografî çêbûbe,û di peyre êrîşên balefirên Dron li Başûr û Rojavayî kurdistanê,bi rengekî berçav û metirsîdar pir bûne,loma beşdariya Turkya di vê prosêsa amedekariya şer de metirsiyê li ser kurdan çêdike,çimkî ta niha li kîjan parçeyê kurdistanê pêşçûn û destkeft hebin,Turkya berbest û çavsoriyan nîşan dide
Ji bo parastina gelê me û destkeftên wî li Başûr û Rojava,tevî hemû kêmasî û rexneyan gereke zû em xwê deynin ser birînan,li hevhatin û yekrêziya hêzên kurdî pêwistiyeke dîrokiye di vê qonaxa hestiyar û çarenûsaz de