!!.. Li ser qeraxa agir
-2-

Şerîf Ferman

,, Eger win çaksaziyan nekin,miletê xwe razî nekin û dezgehên xwe yên leşkerî û ewlehî nekin yek,civata navdewletî ne amedeye piştgîriya we bike ta dawî çimkî li cîhanê veguherînên mezin rûdidin û pêdiviyên welatan tên guhertin…,, niha jî Ewrupa mijûle bi cenga Okranya ve,herweha Amrîka di kelegerma hilbijartina serokayetiyê de ye û nerîna giştiya cîhanî tîşkên wê li ser şerê Xezze ye.Raste Amrîka piştgîriya İsrayil dike û hewlên wê jî berdewamin ji bo dorpêç kirina şer,û li vir yan li wir,serkirdeyên tundrew yên alîgirên Êranê dike armanc û pêgehên wan yên serbazî xapûr dike,lê çarenûsa Rojhilata navîn bi sebetên dengdanê ve li Amrîka girêdayî ye,û gelemşe ya sawdar _ lê sînor kirî _ wê berdewam be ta hatina fermandeyê nû yê koşka spî, herweha di vê demê de kiryarên leşkerî dijî birîkarên rêjîma Êranê li seranserî Rojhilata navîn xurt bûne,çimkî herdû partiyên Amrîka hawrane li ser armanca çirandina hejmûn û destdirêjiyên rêjîma Êranê û jihev xistina tor û pêgehên peywendîdar di navçeyê de.
Ji ber vê rewşa aloz û awarte Turkiya ji xwe re derfetê baş dibîne ku êrîş bike ser herêma kurdistana başûr û destkeftên mezin li ser erdê qazanc bike .Helbet hênceta wê lêxistin û jinavbirina pêgehên partiya karkerên kurdistanê ye ji bo parastina esayişa xwe ya neteweyî,weke ku di ragihandinê de dibêje ,lê qebareya tevgera wê ya leşkerî,hêz û çekên hemecor û vegirtina cihên hestiyar dide xuyakirin ku armanca wê ji wilo mezintire,çimkî serokê Turkiya bi xwe jî çend caran gotiye : ,, me şaşîtiyeke dîrokî kiriye,gerek me rê nedaba ji damezrandina qewareyeke cida xwaz re li bakurê Îraqê….Kerkûk bajarekî me ye ji welatê me hatiye veqetandin….divê Mûsil vegere warê bav û kalan…..peymana milî dema wê hatiye cêbecê bikrê….gelê me li bakurê Îraqê tepesere em nahêlin tucarî di bin hejmûna hêzên cidaxwaz de bimêne…..gelê me yê Turkman divê ew rêveberiya xwe bike…,, û şopandin di vê riyê de ,ji bilî dagîrkirina Efrîn,Girê spî û Serêkaniyê û guhertina demografîk,bi dehên caran jêrxana abûrî,wêstgehên elektrîk,av û gaz û neft û nexweşxane û navendên geştiyariyê kirine armanc û ji karxistine çi li Rojava û çi li Başûr,gundek û bajarek nemaye dron û balefiran tirs û agir bi ser wan de nebaran dibe
Û niha jî Turkiya hewl dide serê çiyayê Metîna û Gara dagîr bike û bi vê yekê ne tenê nêzîkî navenda Dihokê dibe,belê 75% ji xaka Behdînan ji xwe re misoger dike,hem nexşeya kurdistanê ji hevtêxe û hem jî pêraxistinê dike ji bo sepandina navçeya cihêkara ewlehî di nav bera Başûr û Rojavayî kurdistanê de,û eger ev pilan jêre here serî wê herdû parçeyên Kurdistanê dorpêç bike û henaseya jiyan ê li ser gelê kurd bibire
….Tirsa mezin ewe ku Turkiya