Fewaz Ebdê

Ji bo Dr.Mihemed Ebdo Necarî Mohammad Abdo Najari
Yê ku ji nav damarên mirinê vegeriya,
hustê agir bada
û bi pênûsa xwe ew kir çîrok.


Li Amûdê
Şewat, ne hema agir bû
Şewat qarînek bû
helbestek bû
Canên biçûk
hildiperikîn rivîna êgir
li stêrekê digeriyan
stêreke ji şaşa sînemê revyayî.
Belê zarok bûn
lê ji dawîhatinê sirttir bûn,
û dilên wan ji Cezair mezintir bûn.
Yê ku rizgar bû
ne bi rastî rizgar bibû,
hê jî, her şev
Sîneme di hinavê wî de dişewite.
Qarînên ji agir direviyan
û dengên bin kursîyan
deng ji guhê wî dernakevin:
“Me ji bîr neke… em li vir in.
Me jibîr neke..”
Li wir,
li cihê ku dem lê rawestiyayî,
xwelî ranazê
hîna bêhna porê kizirî
di nav rûpelê dîrokê de
wekî dîdevanekî lal
li bende dadmendiyê ye.
Li wir,
yê ku ew rizgar kirin
hê jî ji agirê wê derneketiye
hê jî di çavan de
rivînek heye
riya bîranînan ronî dike
hîna rê vedike
nagire..