!!.. Li ser qeraxa agir

– 1-

Şerîf Ferman

Di nav dûmana kirîza navxweyiya herêm kurdistanê de,li ber qirçêna dijayetiya hestîşikên di navbera hêzên siyasî de ,di nav hêlhêla welatiyên mijûlbûyî bi peydakirina nanê rojane û wergirtina mûçeyên paşketî de,di nav nalîn û hêsirên bendewarên derxistina cendekên di deryayan de niqum bûyî de,supayê Turkiya derbasî kûrahiya xaka herêmê dibe,li ser çiyayên bilind cêgîr dibe,da ku bajarên mezin dorpêç bike.
Topbaran rojane berdewame şewitandina zeviyan,derbederkirina gundnişînan,herifandina kavil û hêviyan û kertandina serweriya herêmê bûye nerîteke serbest.
Mixabin,ta niha gumeguma tank û balefiran nikariye bêdengiyê bişikîne çi li ser asta herêmê û çi li ser asta Îraqê.Deselata herêmê,ji ber gelek sedeman,nikare beramber vê êrîşê raweste,yan jî nerazîbûna xwe nîşan bide wek erkekî niştimanî pêwist,lê çima civaka kurdistanî,hêzên siyasî,rêxistinên mirovî û dezgehên ragihandinê ev bêdengiya naxhejên û namo hilbijartine?!!
Di dîrokê de,bi dehan şoreş û serhildanan tariya kurdistanê ronak kirine,bi sed hezaran qurbaniyan riya azadiyê bi gul û kulîlkan raxistine.Gelê kurd tucarî serê xwe ji dijmin û dagîrkeran re ne çemandiye,bi serbilindî xebat û têkoşîna rûmet û rizgariyê berdewam kiriye,lê xuyaye berjewendiyên partîzaniyên tesk,qayiş û hevrikiya tewş,gotara kîn û hejmûn û tolegirtinê civangeha siyasî şêwandiye û mirovê kurd bêzar û lawaz û xemsar kiriye.
Nayê veşartin ku lihevhatin û nêzîkbûnek di navbera Turkiya,Îraq,Êran û Sûrya de çêbûye bi alîkariya Rûsya û çavgirtina Amrîka,û guhdan bi pirsa kurdî vegeriyaye paş,û xweş tê bîra me,berî çend salan,dema ku nûnera sekretêrê giştiyê neteweyên yekbûyî li Îraqê Cinîn Plasxart hoşdarî da hêzên siyasiyên herêma

: Kurdistanê û got