Civatên têkoşer ên Kurdistanê
Çalakvanên siyasî û medenî

Roja 25-06-1401 (16-09-2022), keça ciwan a Kurd ya xelka bajarê Seqizê, “Jîna” li Tehranê û di encama êrîşa hêzên serkutkar û çewsîner yên rejîma Îranê jiyana xwe ji dest da. Navê “JÎNA” weke ku li ser aramgeha wê hate nivîsîn, bû “sembol”a serhildaneke girseyî ya berfireh ku di Kurdistanê de bi dirûşma “JİN, JİYAN, AZADΔ dest pê kir û pir zû hemû bajar û navçeyên Îranê û derveyî welat jî girt û di berdewamiya xwe de bi navê “şoreşa Jîna” û “şoreşa JİN, JİYAN, AZADΔ hate naskirin
Şoreşa jîna girseyîtirîn û dirêjtirîn serhildan û nerazîbûn e ku karî desthilata Komara Îslamî bixe jêr pirsê û pêngavan ji bo tinekirina wê rejîma serkutkar bavêje. Di sala borî de û di proseya wê şoreşê de tevgera azadîxwaz a xelkê Îranê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî dijî rejîma desthilatdar di Îranê de ezmûna pêvajoyeke nû û girseyî kir û gaveke berdewam pêşde çû ku êdî paşde jî nazivire. Rola berçav ya jinan di pêşengtiya wê şoreşê de, bû sedem ku civaka me di milê civakî de pêngavek din ber bi pêş ve biçe û asoya serketinê ronîtir bibe. Ciwanan di jortirîn asta fedakariyê de ji bo jiyaneke azad û dilxwaz fedakariyeke bêhempa kirin
Di salvegera destpêkirina şoreşa Jînayê de, di cîh de ye ku ji bo rêzgirtina şehîdên wê şoreşa nû û rêzgirtin ji cangoriyan û zindaniyên siyaysî û herwiha zindîhiştina wê tevgera siyasî, em bi awayekî xurt ber bi pêşwaziya wê boneya mezin ya siyasî û civakî ve biçin. Ji bo wê yekê piştî çend hevdîtin û ravêjên siyasî, roja Çarşemiyê 15-06-1402 (06-09-2023) partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên wek
Hizba Demokrat-
Kurdistana Îranê (HDKÎ)
Komele (Rêxistina Kurdistanî-
ya Hizba Komunîsta Îranê)
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)-
Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê (Sazimanî Xebat)
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)-
Komeleya zehmetkêşên Kurdistanê-
Li ser xalên jêr lihev kirin
Piştevanîkirin ji daxwazên têkoşerên civaka sivîl û rêxistinên serbixwe ji bo rêzgirtin û beşdariya çalak ya salroja şoreşa Jin, Jiyan, Azadî
Ragihandina roja 25-06-1402 (16-09-2023) weke roja gireva giştî li hemû Kurdistanê
Di wê rojê de hemû dikan û bazar û navendên kar û îdarî bêne girtin. Serê sibeha wê rojê girseya xelkê Kurdistanê di bajar û navçe û gundên Kurdistanê de serdana aramgeha Jînaya ciwan û hemû şehîd û cangoriyên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê bikin û destegulên rêz û xweşewîtiyê ser aramgehên wan danên û merasima rêzgirtinê birêve bibin
daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê (jin, ciwan, karker, mamosta, xanenişîn, jîngehparêz û neteweyên bindest) li seranserê Îranê dikin ku piştevaniya gireva xelkê Kurdistanê bikin û bi gireveke giştî nîşanî hemûyan bidin ku şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” heya gihiştin bi armancên xwe dê berdewam be
daxwaz ji hemû têkoşerên çalak, hêz û aliyên pêşketinxwaz yên derveyî welat dikin ku bi hemû awayekî piştevaniya xwe ji bo gireva giştî ya salroja şoreşê bikin û di wê rojê de xwepêşandan û meşên girseyî birêve bibin û bala hemû civakên mirovhez ên cîhanê bikêşinin ser piştevanî şoreşa jînayê
her yek ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ku beşdariya wê rûniştinê bûne, piştevanî û beşdariya xwe ji bo gireva roja 25-06-1402 (16-09-2023) û merasimên ser aramgehên şehîd û cangoriyan radigihînin

Çarşemî
15-06-1402
(06-09-2023 )