Partîzanî..Kêlekdan û veguhertina kotekî

Şerîf Ferman


Berî kirîza Sûrya ya xwînawî, partî û rêxistinên kurdî bi teliyên destan dihatin hijmartin,Helbet,hin xwedî rol û cemawer bûn,xwedî kar û xebat û qurbanî bûn, û hin jî tenê nav, bê deng û reng bûn,di bin diruşma karê nihênî de,di nav bazinên xwe yên rêxistinî de, xwe vedişartin ,bi nermî û gelek caran bi şelafî gotara xwe di ristin,da rêjîm çavsoriyan neke, û bi behaneya bar û doxa taybet a welat û navçeyê li hêviya guhertin û bexşînên deselatê bendewar bûn
Biçûk,mezin ne xem bû,hebûna sikretêrekî di gel belavokeke mehane de bes bû ku di Newrozê de daxuyaniyek hatiba derxistin li ser rewşa kurd û kurdistanê
Bi hatina ” Bihara erebî “re , tirs û lerzê ew pûç kirin,şepirze bûn,bi şermî li pey xortên niştiman perwer ketin kolanan de ji bo doza azadiyê, lê zû hatin tazîkirin,xwe li ber bayê bûyeran negirtin, yêhiltepilî ,yê ket, yê bazda û yê da pey soza birayê mezin li derveyî sînor
Hate xuyakirin ku partiyên me di her tiştî de şareza bûn, tenê siyaset neba, di siyasetê de qels û melûl û paşketî bûn
Raste li Sûryê, berê xwepêşandanên aştiyane hate guheretin ber bi golên xwînê ve,rêjîm ji aliyekî ve û destêwerdana dewletên herêmî ji aliyekî din ve û hemû çek hatin bi karanîn,bermîlên teqîner,çete û milîsên çekdar,hêzên tundrew û bivirên serbir , lê partiyên me berî helmeta kuştin û wêran kirinê ji qerem ketin û nema zanîbûn çawa xwe ji nav û kirasên xwe bi dizin
Ne guhdane xwesteka rêjîma text hejayî ji bo gotûbêjê,ne li beramber kiryarên xirab yên rêveberiya xwesepên rawestan û nejî beşdarî pêre kirin ,tenê li riyên qaçaxiyê geran,zarokên xwe rêkirin derve û pişta xwe dan miletê xwe
Sedema şerê terorê,destêwerdanên serbazî derekî,nakokiyên kurdî,bêkarî û astengên jiyanê xelkê bi komel berê xwe dan derve û welatê xwe vala kirin ji kesên bêgane re , bêyî ku tevger helwesteke berpirsyar nîşan bide
Bêhêviyê,bêzariyê û destengiyê weke ewrekî giran li ser singa xelkê palda, henaseya jiyanê birî û vîna xebatê perçiqand,loma baweriya kesekî bi asoyeke geş nema , mirovê kurd di nava xwede herifî,şewitî û li ber lingan hate gêrkirin
Hişkatiya rewşa siyasiya tevlîhev û aloz,guhertinên lezgîn û ji nişka ve , bêkêriya serkirdayetiya kurd û şemitandina wê di nav gendeliyê de û milpêçî ji dijmin û destekên wî re bandoreke zor xirab li ser liv û hebûna tevgerê çêkir,bû sedema ku her mirovek li çareseriya xwe ya tekane bi gere. Serkirdayetiya partiyên kurd ne guh dane nerîn û daxwazên hevalên xwe yên ne razî, û nejî guh dane dost û hogir û welatiyên niştimanperwer,belê,berevajî,dest kirin bi devavêtin,buxtan û gumanlê kirina her kesekî ku rexnê bigre yan jî doza çaksazî û guhertinê bike
Her serkirdeyekî xwedî pişt û rol ,di riya belavkirina pare,post û maseyên xwarin û vexwarinê re nezan,qeşmer û keysebaz li dora xwe kom kirin,loma bazdan ji şayisteyên xebatê weke berevanî di ber hebûn û berjewendiyên gelê kurd de, û rişd bûn li ser pêrabûnên çewt û bihn pêketî ,di liv û biryardanê de ,bû diyarde li seranserî kurdistana Rojava
Roj bi roj kesayetiya niştimaniya kurdî li Rojava û taybetmendiya wê hate kertandin û pêlê kirin û bû qurban ji dek û berjewendiyên birayên Başûr û Bakur re,çi di bin siha rêbaza netewî de û çi di bin siha biratiya gelan de
Civatên partiyên me bûne cihê tinaz,pevçûn,devavêtin û ferehkirina tora riq û kînê û çirkandina wêneyan
Peyva rexne,lêveger,têkoşîn û paşeroja gel ji ferhenga partiyan hate derxistin,li şûna hevaltiyê dijminayetiyê cihê xwe girt û ji dêvla rastkirina peywendiyê bi milet re û xurtkirina vîna man û berengariyê, qirêj û gemar û herzekarî bi ser xelkê de hate weşandin
Evê rewşa heyî,nebûna hestê berpirsiyar beramber êş û derdan,dûrketin ji milet,mijûlbûn bi berjewendiyên kesayetiyên taybet û serdestiya xweperestiyê,kir ku karê partîzanî li ber çavên mirovê kurd li Rojava reş bibe û bibe cihê pêkenîn, bêrêzî û dilxelandinê
Partiyên me derfeteke dîrokî degmen ji dest xwe berdan û baca wê jî mezin û tirsnak bû.raste hin pêkhateyên leşkerî biçûk hatin damezrandin,lê kes li wan nebû xweyî,li bazaran hatin firoştin û radestkirin
Bê guman, eger rêveberiya partiyan dilsoz û hişmend ba,xwedî nerîn û dûrbîn ba,xwedî biryara serbixwe ba,wê karîba li beramber bahozê rawesta ba û pêşhat û guhertinan ji bo berjewendiya gel guncandiba
Lê sed mixabin,ew ne xwedî vîneke siyasî serbixwe bû,loma bingeha xweya civakî ji dest da û tiştek pêre nema,ne xak,ne milet û ne hêvî,tenê post û pileyên pûç û qelp û rizî
Ji ber vê rewşa tarîk û êşder partiyên me yên kurdî nikarîbûn kongirên xwe yên rêxistinî li darxin ,di dema xwe ya pêwist de li gor binemayên karê partîzanî , ji tirsa guhertin û lêpirsîna serkirdeyên xerab û têkçûyî
Bê guman partiyên ku nikaribin lêvegerekê ji firazeyên xwe re çêbikin,partiyên ku nikaribin bîr û ramanên xwe pêş bixin,partiyên ku nikaribin avahiyên xwe yên rêxistinî nûjen bikin,partiyên ku rê nedin nifşê nûhatî, partiyên ku zana,pispor,rewşenbîr û têkoşerên dilsoz ji xwe dûr bikin , wê felc û qels û parçe parçe bibin û netenê hevalên xwe,wê zarokên xwejî ji dest bidin
Karekî rewaye û mafê xelkêye devbavêjin partiyên kurdiyên ku nikarin rêveberiya pirs û kêşeyan bikin û li gor demê pêdiviyên hebûn û xebatê pêş bixin,lê seyr û balkêş ewe ku ew kesên rexnegir û bê hêvî ji rewşa partiyan û serkirdeyên revok û gendel û lekedar,bergiriyê di ber berdewamiya wan de dikin, di bin siha parastina yekrêziyê de û di heman çaxî de êrîş dikine ser xwazyarên guhertin û rastkirina pêvajoya tevgera siyasî û vegerandina rêzê ji kesayetiya niştimaniya kurdî li Rojavayî kurdistanê
Raste di çand û mîrata kurdî de YEKÎTÎ hatiye cihkirin û bikar anîn weke xwestekeke berdewam û tenha rêga ji bo rizgarbûnê,lê helbet yekîtiya rêber û pêkhateyên milet,yekîtiya têkoşer û şoreşgerên azadî xwaz,serfiraz û xweragir, ne yekîtiya kesên çeft û çîzbûyî
Yekîtî dema biryar be ji bo serkeftinê,kar be ji bo berengariya dijmin û bi destxistina mafên netewî û jiyana azad û bi rûmet,wê armancên xweyên pîroz bicih bîne û berû pêş biçe,lê yekîtî dema bijarde yeke neçarî be,bazdanek be ji bo veşartina lawazî,binfiskî,circir û mendebûriyê, wê laşekî mirî be, gêjelokeke xwekuj be û serencam jî wê verisandin û hilwerîn û reşbînî be
Li Rojavayî kurdistanê nayê veşartin ku serpêhatiyên yekgirtina hêzên siyasiyên kurdî têkçûyî bûne,tu caran berdewam nekirine, parçebûn û nakokiyên mezintir li pey xwe hiştine
Lê dema gotara kurdî derbirîn be ji derd û daxwazên gel re, serkirdeyên siyasî ne dûrî civaka xwebin,zana,dilêr û dilsoz bin,xwedî helwest û merd bin,di karê xwede çak û çalak bin,bîna û pêşeng bin,dengdêrên zindîtiya civaka xwebin,milet bi dil û can , mal û mewdan, xwedî derdikeve li pirsa xwe ya netewî û piştevaniya têkoşerên xwe dike û berevaniyê di ber xaka xweya pîroz de dike,bê tirs û dudilî.Di vê derbarê de,gereke serkirdeyên kurd ên stû xwar û babidest şerm bikin û tu carî jibîr nekin çawa miletê me,di dema serhildana Adarê , di dema stem ,hejarî,zindan û çewsandinê de ,textê rêjîma diktator li Şamê hejand û kolanên bajarên kurdistanê li hêzên ewlekariyên xwîn mij kirin dojeh.Dêmek ev rewşa nerêniya nax hejên û qerem şikên ya ku weke şevpestê xwe vedaye ser giyanê kurdên Rojava,berî dijmin û heval dostên wî,karbidestên siyaseta kurdî lê berpirsyar û gunehbarin,çimkî partîzanî dema ku bibe armanc,xweperestî bibe rêçik,têkçûn bibe rêzik,sergevazî bibe serdik,qayiş bibe pêgirt,vegirtî bibe dost û qerade bibe pêşrew,wê mal wêran û tarûmar bibe
Lê tevî azar,şikestin,terpilîn û berbestan,nabe reşbînî me pûç û bêvên bike .Ji bo miletê me,welatê me,pêvajoya dirêja têkoşîna bav û kalên me,ji bo goristan û çemên xwînê nabe em bibin dîlên porandin û xemsariyê
Di qonaxên dîrokî hestiyar de,dema tevgera giştiya milet raserî şikestin û têkçûnê bibe, divê, zû ne dereng,hêzên zindiyên gel yên xwedî bîr û bawerî û vîna rabûnê pişta xwe nedin rewta azadî û rizgariyê,gereke her takekî kurd perwer bibe xwediyê welatê xwe,her takekî kurd perwer, lêzan û ronakbîr bibe berpirsê doza gelê xwe û dest bi geşkirin û fereh kirina çirîska hêviyê bike,lê bi bîr û hiş û amûrên nûjen
Derketin ji penageha bêdengiya nerêniya mirov kuj û veguhestin ji cîhana herweyî bo jiyana civakiya kirdar karekî pîroz û erkekî niştimaniye