Navenda Birêveberiya PDKÎ radigehîne ku di yeksaliya şoreşa Jînayê de, ev rejîma divê ji nav biçe û deshilateke gelî û demokrat cihê vê bigire
 
Xelkê xebatkar ên Kurdistan
Gelên azadîxwaz ên Îranê
Welat û civatên
cîhanî
25ê Xermananê, salvegera şehîdbûna Jîna Emînî, keça Kurd a xelka bajarê Seqizê ye ku şehîdbûna vê bi destê hêzên întizamî yên rejîma Komara Îslamiya Îranê, çexmaqê nerizayetiya herî mezin li hemû heyamê temenê Komara Îslamî di Îranê de lêda
Pêla nû ya nerizayetiyan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku felsefa xebat û cîhanbîniya tevgera siyasî ya Kurd li Îranê li dijî Komara Îslamî çavkanî girtibû, ne tenê gelek zû hemûyê Îranê li xwe girt û xelkê bazarî û kasibkar, derxwan û xwendekar û piraniya tex û qatên civatkê tevlî mangirtin û xwenîşandanan û nerizayetiyan bûn, belkî di asta navnetwî de jî bal û piştgîriya civaka cîhanê, welatan û korr û komelên siyasî, rewşenbîrî û mafê mirovî bo aliyê xwe rakêşa. Ev serhildane ne tenê ji warê meydanî û dirêjiya heyam û berfirehiya cugrafiyayî ya nerizayetiyan ve, belkî ji warê peyam û cîhanbînî û biha û nirxên şoreşvaniyên taybet bi xwe jî dewlemend bû. Serhildanek bi beşdariya hemû tex û qatên civakê û bi naveroka pitir ji daxwaziyên sinfî, pêşeyî û regezî û civakî bû ku dirûşma radîkalî ya derbasbûn ji tewahiya Komara Îslamî hilgirtibû
Serhildana nû ya xelkê Îranê hilgirê hin xesletên taybet bi xwe bû. Di pêvajoya nerizayetiyan de eşkere bû ku sama xelkê ji dezgeha tepeserî û gefên rejîmê şikaye û rejîm li warê îdolojî û gotarî û rewayiya deshilatê ve bi temamî rastî herifînê hatiye. Jin ku bi dirêjiya dîroka deshilata Komara Îslamî hatine tepeserkirin, bi beşdarî û pêşengayetiya xwe di nerizayetiyan de û bi firedan û bêqîmetkirina hicaba destê zorê wekî bingeha îdolojîka rejîmê, dîmeneke giran û xwedî qîmet ji pêgeha xwe li tevgera siyasî û civakî dane xuyakirin
Ciwan wekî hêza guhertinan ku hertim ji aliyê rejîmê ve hatine piştguhxistin û rastî pirsgirêka nasnameyî hatine, bi rijdî û germî ve amadeyê her cangoriyekê bûn
Yekitî, yekrêzî, hevpeywendiya mirovî, netewî, olî û baweran a civatên xelkê Îranê, piştî derbasbûna 44 salan siyaseta fitne û tevdanî û netifaqî çêkirina di nava pêkhatên cuda yên welat de, rejîm mayepûç kir. Herwisa cehdkirin li ser yekxistina hêza xebatkariya hemî cudahiyên Îranê li pêxema pêkanîna eniyeke qahîm û giştgîr li dijî Komara Îslamî, pêşeroja serkevtina bi ser rejîma dîktator a Komara Îslamî de ronahîtir kir
Şoreşa Jînayê da zanîn ku netewên Îranê ti hêviyek bi reform û guherînkariya di nava rejîmê de nemane û gihîştin bi vê qinaetê ku piştî 44 salan deshilata reş a Komara Îslamî ku encama vê tenê kuştara xortên azadîxwaz ên welat, tepeserî û qeyd û bendên hemî aliyan e, kavlkarî û paremayiya welat di warê aborî û jîngehî û zêdebûna sedan arîşe û pirsgirêkên siyasî û mirovî civakî, ev rejîma dibe ji nav biçe û deshilateke siyasî ya demokrat û gelî cihê vê bigire

Xelkê xebatkar ên Îranê
Bêguman nirxa yek sal derbasbûyiya şoreş û nerizayetiya civtên xelkê Îranê ku daxwaza maf û azadî û kerameta mirovî yên xwe dikin, giran bû. Dem û dezgehên tepeserkar ên rejîmê bi sedan xwenîşanderên azadîxwaz li ser şeqaman şehîd kirin ku parek ji wan zarok bûn. Bi hezaran kes bi gulleyên şer birîndar kirin, bi dehan hezar kes girtin û xistne reşçalan û canê gelek ji girtiyan di bin îşkencê de jê standin. Rejîm bi vê hindê jî nesekinî û benikê sêdarê ji bo zef kes ji girtiyên xwenîşandanan hilda, bi gaza kîmiyayî êrîşî ser xwendingehan kir û bi zêdekirina çend qat bûdceya demûdezgehên tepeser û givaşên ewlehî bo ser xelkê bazarî, civak medenî û xwendekar û zanîngehan hinde dinê zêde kir, ku em li ser vê bawerê ne hemûyê ew yekane nîşana zelûlî û çi ji destanehatina rejîmê li hember îradeya azadîxwazî û xebatkariya xelkê Îranê de ye

Civatên mafxwaz ên xelkê Kurdistanê
Di heyamê yeksaliya şoreşa Jînayê de, barê giran ê wê xebat û berxwedanê li ser milê Kurdistanê bûye. Bi vê nasiyariya ku rejîmê ji xisletê şoreşvaniya bizava siyasî û netewî-demokratîk a Kurd heye û ev nerîna ewlehiya li 4 dehikên derbasbûyî de li derheq Kurdistanê û mafê berheq ê Kurd hebûye, gelek sûç û cinayetên dinê li Kurdistanê afirandiye. Rejîmê bi milîtarîzekirina zêdetir a Kurdistanê û tepeseriya xwînayî ya xwenîşandanên Kurdistanê û bi çendîn caran êrîşa mûşekî bo ser binke û baregehên hizbên Kurd ên akincî li kûrahiya axa Herêma Kurdistanê ji aliyekê, û ji aliyeke dinê jî bi tohmetbarkirina Kurdan bi cudahîxwaziyê û hebûna destê bîhanî li pişta nerizayetiyan, xwast hem sûç û cinayetên xwe li Kurdistanê pê biveşêre û hem bîrûraya xelkê Îranê bixapîne û vê hevpeywendiya seranserî ya siyasî û meenewiya pir nirx ku di navbera Kurdan û netewe û pêkhatên din yên welat de çêbûye, hilweşîne û têk bide. Lê rijdbûna Hizba Demokrat li ser siyaset û helwêsa serrast û bicih bo pêştebirina doma tevgera girseyî li navxweyê welat, tekezî li ser hewcehiya parastin û bihêztirkirina yekîtî û hevxebatiya xelkê di Îranê de, berdewamiya nerizayetiyan li şikl û şêwazên cuda cuda yên siyasî û medenî û vê berxwedan û rijdbûna hemû tex û qatên civaka Kurdistanê bi taybetî xebatkarên medenî, mamostayên olî û malbatên serbilind ên şehîdên şoreşa Jînayê ji xwe dane kivşê, nîşan dan ku Kurdistan herwisa çeperek ku ti caran nayê girtin, û tevgera siyasî-netewî û şoreşvaniya vê û xelkê azadîxwaz û xebatkar ên vê herwisa li ser piyan in û çiqa nav çavê Komara îslamî ya Îranê ne

Hêz û aliyên siyasî yên opozîsyona Komara Îslamî
Di yekem salvegera şoreşa Jînayê de, di cihê xwe de ye ku em îşareyekê ji wan kêmasiyan bikin ku heta niha jî weke xalên lewaz ên vê tevgerê têne hesibandin. Tevî vê ku xebata hemû aliyane ya xelkê li navxweyê welat de karî rejîmê rastî pirsgirêka herî mezin û arîşe û astenga hemî temenê vê bîne, di demekê de li jêr siya dirûşma pirbiha ya “Jin, Jiyan, Azadî” de dîroka tevgera nerizayetiyan li Îranê hevpeymaniya herî xuya ya di navbera netewên cuda û yekîtiyeke seranserî ceriband, di demekê de li navxweyê Îranê hemû tekezî li ser li serhevxistina hêza xebatê ji bo xistina qedeman ya tevahiyeta deshilata Komara Îslamî hebû, di demekê de li ser şeqaman ti behesek ji navendgerayî û tevahiyeta erzî û cudahîxwaziyê çinebû û li Tewrêz û Tehranê dirûşma piştevanî ji Kurdistan û Belûçistanê dihate danê, lê belê opozîsyona Komara Îslamî li derveyî welat bi başî û di dema xwe de ev peyam wernegirtin. Her lewma jî tevî hewlên zêde, pirsa girîng a pêkanîna altirnatîvekê ji bo cihgirtina rejîma Komara Îslamî ku dikarî rola yekalîker li qedera rejîmê û serxistina tevgera nerizayetiya xelkê de bilîze, bê encam hêla.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di heyamê sala derbasbûyî de li ser siyaseta hertimî ya xwe ku haydana hêz û alî û kesayetiyên xebatkar û azadîxwaz ên Îranê bo diyalog û alîkarî digel hev bi armanca pêkanîna hevpeymanî û eniyeke giştgîr ji bo herifîna Komara Îslamî berdewam bûye. Bingeh û pirensîpên Hizba Demokrat bo gihîştin bi vê armancê, pêkhatî bûn ji çêbûna deshilateke Komarî ya demokratîk ku tê de îtiraf bi mafên netewayetî yên gelên Îranê bê kirin. Hizba Demokrat li ser vê bawerê siyaset kiriye ku Îran welatekî zêde pêkhate ye û xelkê vî welatî bi ezmûnkirina du sîstemên Paşayetî û zordariya Olî a Komara Îslamî li sed salên derbasbûyî de, çiyê dinê naxwazin serberedayî û navendgerayî di her şikl û formekê de be û  ev jî piştî ev hemû xebat û xwînê careke din serî hilbide. Lewma Hizba Demokrat digel hemû hevpeymanên xwe ji bo anîna ser kar a deshilateke Komarî li ser bingeha îtirafkirin bi Îrana zêdenetewî, demokrasî, parvekirina deshilatê, redkirina navendgerayî û cudahiya dîn ji dewletê di Îranê de li ser xebat û têkoşîna xwe berdewam bûye

Welatên demokrat û aliyên xwedî bandor li civaka cîhanê
Tevgera nerizayetiya xelkê Îranê tevî vê ku bi hegera berxwedanî û cangorîkirina xelkê û pêdagiriya rejîmê li ser siyaseta tepeserî û înkarkirinê nirxa herî zêde daye û tevî vê ku raya giştî li ser vê bawerê ye ku bi berdewamiya xebata xelkê li navxweyê welat û yekrêzî û hevahengiya di navbera netewan û yekîtiya hizb û aliyên cur bi cur ên siyasî, Komara Îslamî dê bikeve qedeman, lê hewce ye civaka cîhanê gelek micidtir dengê şoreşa gelên Îranê bibihîze. Divê heta niha bo civaka navnetewî eyan bibe ku heta ev rejîma li ser deshilatê be û bixwaze bihêztir be, dê şiltaxtir û serberedayîtir dibe û nabe bawerê pê bikin. Herwisa sernixûniya Komara Îslamî çend bi qazancê xelkê Îranê be, hind jî bi qazancê civaka cîhanê ye. Çimkî bi nemana Komara Îslamî dê bibe sedema aramî û aşitiya Rojhilata Navîn û dê bibe derbeyeke kuje li pêkhateya terorîzma dewletî

Xelkê xebatkar ên Kurdistan û seranserê Îranê
Di yeksaliya şoreşa Jînayê de hekî wisa tê ber çav ku Komara Îslamî li navxweyê welat bi derba çekê û tepeseriya xwînayî û givaşên hemû aliyane kariye şeqaman aram bike, yan li hevkêşên navnetewî de bi rêkevtin û dana puanan û pêdaçûn bi pêwendiyên xwe digel dinyaya derve dil heye rewayîyeke navdewletî bo xwe bi dest ve bîne, lê ev rewş demkî û berçav e. Sedema vê jî ev e ku kêşe û arîşên di îranê de ser hev bûne keleg û netenê her li cihê xwe de ne, bigire hindeyê dinê jî zêdetir bûne. Rastî eva ye ku di rewşa niha de roj bi rojê zêdetir tirs û lewazî bi Komara Îslamî ve xuya ye û li ser herifînê ye.
Ev hişmendî û hişyariya ku civatên xelkê Îranê li pêvajoya berdewamiya xebat û nerizayetiyên xwe de gihîştinê û ev ezmûnên ku bi dest ve anîne, ev rejîma êdî dema wê dawî pê hatiye û çi rewayiyeke gelî nîne, û çiyê din nikare dirêjiyê bide deshilata xwe. Lê ya ku pêvajoya sernixûniya rejîmê bileztir dike, berdewamiya serhildanê û rêkxitin û armancdarkirina nerizayetiyan û yekîtî û xistina ser hev a hêza xebatkariya xelkê û hemû hêzên siyasî yên Îranê ye. Bêguman  Hizba Demokrat, tevgera siyasî ya Kurd û civatên xelkê Kurdistanê wekî çawan berê jî danê xuyakirin, bo vê mebestê bi yekîtî û yekdengiyê bi hemû gelên Îranê re di meydana xebatê de li refa herî pêşiyê ne
Silav li yekîtî û hevxebatiya gelên Îranê-
Biherife rejîma dîktator a Komara Îslamî-
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê
Navenda Birêveberî
22ê Xermanana 1402 a Rojî
13ê Îlona 2023an