يعد جميل عيسى المعروف بـ”جميلي عيسو” من أشهر الشخصيات في منطقة الجزيرة في كوردستان الغربية.
العم جميل الذي قارب عمره المئة عام، قضاها في التنقل بين البلدات والمدن والقرى الكوردية في سوريا خصوصاً المنطقة الكائنة بين تربسبية ومدينة قامشلو.
جميلي عيسو تعلم القراءة والكتابة باللغة الكوردية على يد ملا أحمد نامي في قرية تل شعير شرق قامشلو.
في حديث سابق للعم جميلي عيسو قال:”كنت أعمل راعياً في قرية تل شعير وكان ملا أحمد نامي يعلم الشبان اللغة الكوردية، فطلب مني الإنضمام إليهم، وفعلا التحقنا أنا وصديقي اليهودي باروخ وتعلمت الكتابة والقراءة باللغة الكوردية بعد أن منحني ملا أحمد نامي دفاتر وأقلام” .
يذكر أن جميلي عيسو اجتمع بالعديد من الشخصيات السياسية والثقافية التي تركت أثراً كبيراً في وجدان الشعب الكوردي من أمثال نور الدين زازا ومير جلادت بدرخان وعثمان صبري والشاعر الكوردي المعروف جكر خوين الذي ألف قصيدة مدح عنه.
وكان العم جميل عيسو يقطع المسافات بين القرى الكوردية حاملاً تحت معطفه كتب الشعر ومنشورات الأحزاب الكوردية وكان يعرف في الوسط الاجتماعي والسياسي أنه كتاب شعري وتاريخي متنقل،وتعرض للإعتقال على يد الأجهزة الأمنية السورية لأكثر من مرة.
ومعروف عن جميلي عيسو أنه يتواجد في معظم المناسبات، في الأعراس والتعازي، وفي المقابر يدعو للموتى، ويدعو للعاقرات بالإنجاب وللفتيات بالزواج.
العم جميل كان نشيطاً جداً حتى أنه كان لا يزال يقرأ القرآن دون نظارة، ولا يزال يتنقل من بيت لبيت ومن مناسبة لأخرى،مشيراً على الأقدام .

فيما ييلي نص القصيدة التي نظمها الشاعر الكوردي جكرخوين بحق العم جميل

REBENNAME
Heval, Cemîlê pir Cemîl
Xebat bike wek şêr û fîl
Tu guhmede sed qal û qîl
Ji dil bike qîr û hewar
Rû tev xurî, çavê te kor
Ronî te daye tor û zor
Dengê te çûye ber bi jor
Dil paqije, pir qence kar
Bike hewar û sed eman
Bibêje wan kurdên nezan
Win dar medin pîs û dizan
Sitûr mekin li ser xwe dar
Turk û neyar tev hevrikin
Niha şerê Qibris dikin
Paşê dizanin wê çikin ?
Li ser pişta me bin siwar
Bike hewar û nalenal
Gazî bike kurdên şimal
Yekser bibin dost û heval
Va çûçika genmê we xwar
Gazîke nevyên Mîdîya
Bes xwe bikin rengê miya
Derkevne ser şax û çiya
Ji we ditirsin tim neyar
Ta kengî wer razin di xew
Li ber neyaran çêlekew
Îdî mirin nêzîke lew
Divêm ji xew rabin şiyar
Dostê neyarin, dewlemend
Êko bi dest wan mal û gund
Parsek ji nû bûn serbilind
Hişyar dibin em bêjimar
Milet emin, xwedyê welat
Divê ku em rabin xebat
Paqij bikin tev Rojhilat
Ji xap û rîpên koledar
Van şêx û paşayên nezan
Em xistine destê dizan
Heval, tu vê ji min bizan
Tirba sipî û dûvê marî
Ev Turk û Faris , yan hemî
Xwîna me mêtin wan timî
Korin, nizanin ev gemî
Kuve diçi, kî lê suwar ?
Roja me jî nêzîke, tê
Dernakevin ji vê xetê
Bigrin bi dest xwe dewletê
Ko çû zivistan, tê bihar
Bihar bi me pir xweş dibî
Her kes bi wê rûgesh dibî
Riwê neyaran reş dibî
Serê xwe ranakin tu car
Dijmin dibin lingan kevî
Rev jî bi destan nakevî
Bo me dimênî ev zevî
Têde dijîn em payedar
Têde bijîn em tev bira
Xwendin bibî rengê çira
Winda bikin an va gura
Bi perçiqênin rengê mar
Milet hemî girbêj bikin
Toz û gemarê rêj bikin
Jîna welat dirêj bikin
Pêş de herin ezman û zar
Em zorê bidne xwendinê
Pir xweş bikin an vê dinê
Serbesti bidne dest jinê
Îdî nemênin zarezar
Divê ku jin azad bibî
Wekî me ew dilşad bibî
Perda serî berbad bibî
Wê pir ji me tehlî vexwar
Tehlî herî, şêrîn vexwî
Lê xwe ji rê pir dernexî
Ji vî rexî, ji wî rexî
Divêm bibin bi pişk û par
Jin mêweke şêrîn bere
Dara evînê, tim tere
Sedef ewe, kur gewhere
Sîng bexçeye ew gulîzar
Heval Cemîl, hêvî û lav
Bighê hevalan sed silav
Ûsvê letîfê ew bi nav
Li kû dikî geşt û guzar ?
Reben hemî dostê me ne
Çibkim ji me, bê lome ne
Çavnêrî vê benda me ne
Qada me pir maye beyar
Kor û kulek û bawîya
Mest û hejar û tawîya
Heta bi tat û şawîya
Wan dil ji vê jîna me sar
Heval û hemyarê me ne
Çavnêrê vî karê me ne
Herdem jî guhdarê me ne
Hemî belengaz û hejar
Hemî belengaz em yekin
Ji hevketî ne, bê çekin
Dijmin dixwazî deynekin
Di nav me danîn dilgemar
Em tev birane narevin
Xurtin, ji hevdî nakevin
Em kareva ne ew şevin
Qewam li kûye, ka beyar ?
Ew tevde çûn ber av û av
Heta bi lêvan bûn çirav
Maye ji wan yek pîsenav
Milet sitûre wek zinar
Ka Qeyser û Ebdil Hemîd ?
Ka Feysel û Sultan-Wehîd ?
Kanî Rizaxan û Mecîd ?
Ka Xusriwê zêrî Guhar ?
Ew pêkve çûn, milet heye
Wî guh li vî dengê me ye
Herçî dibêjin jêre ye
Ziyan ji bo me, jêre kar
Çend sale em bi qîr û lew
Dey lê dikin: rabe ji xew !
Dijmin bibî wek çêlekew
Bimrin sehên devlok û har
Da bêne kuştin ên nebaş
Ew zorkerên wek gornepaş
Em aş bidin destê qeraş
Da rast bikin herçî ku xwar
Da xwarîya em rast bikin
Qenc û neqencan nas bikin
Milet ji wan xelas bikin
Qadê leva kin pişk û par
Qadê li hevdî par bikin
Pêkve bi hev re kar bikin
Ên çav li xew şiyar bikin
Da kes nebê: xwezî bi par
Pir xweş bibin hebûn û jîn
Pêkve bi dilşadî bijîn
Îdî Ciger nabî bi Xwîn
Bes em dikin qîr û hewar.