Her cara ku Emrîka û hevpeymaniya navdewletî, rê li ber destek û alîgirên rêjîma Îranê ya diktator teng dike, ew jî êrîşî herêma başûrê Kurdistanê dikin. Bi top, mûşek, û firokeyên diron reşkîna xwe bi ser xelkên sivîl de dibarînin, di bin siya behaneyên pûç û bêbingeh de, bi hovîtî sivîlan li navçeyên aram dikine armanc, û dibe gefeke berdewam li ser serwerî û ewlehiya deverên herêma kurdistanê wek Emrîka dibêje ku ew li pêş êrîşan agadar dibe, loma ev karên teroristî qet fişarê li ser hebûn û siyaseta serbazî ya Emrîka nakin
Tevgera Xwebûn êrîşa li ser Hewlêrê paytexta herêma Kurdistan a fîderal şermezar dike, û ji Emrîka dixwaze derbarî herêma Kurdistanê bi erkê xwe rabe, nexasim rêjîma komara Islamî li Îran hişkere gefan li hebûna Emrîka li deverê dike

Tevgera Xwebûn sersaxiyê ji malbatên pakrewanan re dixwaze, hêvîdare ku di zûtirîn dem de, tendirustiya birîndaran baş bibe, herweha dibîne ku baştirîn çek û giringtirîn bersiv bighêje dagîrkerên kurdistanê, di vê dema aloz û metirsîdar de û ji bo parastina herêma Kurdistanê ewe yekrêziya mala kurd, piştxistina nakokiyên partiyan û razîkirina gelê kurdistanê ye
Çavsoriya rêjîmên dagîrker û kiryarên hovane tucarî vîna gelê kurdistanê naşikînin

Desteya Bilind
Tevgera Xwebûn
Qamişlo 16/1/2024